REŞÎD Her ji zarokînîyê min hez ji hunerî di kir, bi taybetî hunerê Kurdî. Demê ez li pola 6ê seretayê mamosta yên min bo min dîyar kirin ku dengê min yê xweşe bo stiran gotinê, û her dem di gotin te şîyanên baş yên heyn. Min gelek hez ji amîrê sazê dikir, ji bêr ku pitir bi kulturê Kurdî ve yê girêdayê, û min pêkul dikir ku herdem têlên wê bijenim, da ku pitir li ser şehreza bi bim. Ji ber ku baro doxê min yê aborî gelek yê harî kar nebû ku ez bi karim tinê di nav jîyana hunerî da bijîm û tinê wê rêyê li ber bigrim, min bi fer dît ku ez hunerê stiran û mûzîkê nekeme karê xwe yê serekî, eve jî da ku jîyana xwe bi rêve bibim. Belê huner û mûzîk herdem di nav jîyana min dabo bi berdewamî min xwe bû pêşve di bir li demên betal. Li destpêka salên 1990 de û bi rêya mamosta Walîd li çalakî yên qotabxana de alîkarî ya min hat kirin ji bo lêdana amîrê flotê, û me karî tîpeka hunerî ya mûzîkê li wî demî durist bikin bi navê Duhokê ku li seranser Îraqê ahenga û festîvalan bigêrîn. Me gelek festîval gêran li wî demî, em çone Bexda, Hewlêr, Silêmanî û Mîsil, me aheng bi navê tîpa Duhokê di gêran. Ji ber ku tinê êk televzona Kurdî li wî demî hebû, karên me yên hunerî herdem li ser şaşa wê di hatine weşandin. Piştî demekê digel wê tîmê min bi fer zanî ku min şîyanêt zarvekirnê jî yên hyîn û ji bo vê êkê jî min xwe kêşa karê hunerê zarvekirinê digel derhener Azad Abdola. Gelek alîkarî ji layê wî ve hate kirin. Min beşdarî di şanogerîye jîyan de kir ku ji bo gropeka hunermandên Îraqîyên mazin û navder hate peşkeş kirin, mîna Xalîl Al rfaayî, Fozîye Al şndî û Teha Selîm. Derbarey karên min yên hunerî li Europa, es bi bawerim kulturê me û kultuên rojava gelek ji êk çuda ne, ji ber vê êkê ez bi zehmet di bînim ku em neşên di êk û dû bigehîn ji gelek layan ve. Min gelek çalakî li Brîtanye yên hyn, û gelek aheng li bajarên Brîtanî mîna London, Glasgow, Manchester, Hull, Cardiff û Barnsely bo Kurdan me yên krîn li ser nevrozê, roja Kurdî û sere salê. Me karî li wan bajêran kulturê Kurdî nîşa xelkekê bîyanî bidin, herwese me karîn nîşa qotabîyên zarok bidin û xwe digel bikin heval. Gelek çavpêketin digel min hatine kirin ji layê radîo û têlevzyonên Brîtanî ve, mîna têlavzone BBC û radîo ye BBC li ser huner û kulturê Kurdî, û ez şîyam mûzîka me ya Kurdî bo bînerên Înglîz jik bi dime nîyasîn. Ji berku ye fer bo ku em hindek hevalînîyê digel keltorê bîyanî bikan da bikarîn hindek karên çowano kuk digel ek peyda bikaîn, me hindek karên mûzîkî yên bê biha kirin. Merem ji vê êkê ew bo ku mûzîka xwe ye Kurdî bi dene naskirin. Derbarey durist kirina mûzîkê ji bo filmê Efsaneya Kawayê Asinger, bi rastî min xwe gelek bi bext dît ku digel Splash Animations kar bikim. Ji ber ku eve çara êkê yê ez karê mûzîkê ji bo filmekî durist bikim, û durist kirina mûzîka strana gelek ya çudaye ji durist kirina mûzîkê ji bo filmî. Min çû çaran hizir nedikir ku ez digel kumpenîyeka kerên kartonî kar bîkam, raste ku eva demakê dirêja ez karê mûzîkê û stranê dikim, belê me gelek asteng hebûn heta me karî vê mûzîkê bi dawî bînin. Û gelek çaran karên me hatîne rad krin ji layê derhêneran ve, û derfet da me ku em dû bara bikan. Gelek ya giring bû ku ez karîm rolê Kawayê Asingêr bikim, û evejî ji nîşkekê ve peyda bû. Li demê me mûzîka filmî bo Splash Animations dirust kirî, pisyar ji min hatine kirin heker ez kesekê xwedan şîyan binyasim da ku vî rolî bikit. Min jîk şîyanên xwe teqî kirin û hindek rêzên çîrokê bo wan xwandin û gelek bi dilê wan bo û li wêrê rolê Kawayê Asingêr dane min. Bi hizra min rolê Kawayê Asinger rolekê bi sanehî nebû, ew kesê vî rolî bikit di bit hemû şîyanên xwe yên hunerî nîşan bidit, bi teybet ev berhemê ji karên zarvekirnê û şanoyê jêk çudaye, pêwîst naket ekter yan hunermend bihête dîtin tînê fere te dangekê baş hebit. Eve pêngaveka gelek pêşkeftîye û hizreka gelek çiwane ku karekê hunerî yê Kurdî li Brîtanîya bi hête krin, û kulturê Kurdî bi herdû zîmanên Kurdî û Îngilîzî li çîhanê belav bikin. Ez bi bawerim Efsaneya Kawayê Asinger dê gelek peywendî yên çiwan û berkaftî di nav bera Kurdan û miletên çîhanê de peyde kit. |